Hizbulaha Libnanê bi mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kir

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulaha Libnanê bi mûşek û dronan êrişî herêma Hanîteyê ya Îsraîlê kir.

Artêşa Îsraîlê li ser êrişa Hizbulaha Libnanê daxuyaniyek da.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hizbulaha Libnanê bi dronên bombebarkirî û mûşekan êrişî herêma Hanîteyê ya Îsraîlê kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku li hemberî wan êrişan balafirên şer ên Îsraîlê jî herêma başûrê Libnanê bombebaran kirine.

Hizbulaha Libnanê jî ragihand ku wan baregeheke hêzên Îsraîlê kiriye armanc.

Artêşa Îsraîlê li ser zerer û ziyanan ti zanyarî nedan lê destnîşan kir ku serbazên wan bi topbaranê bersiva êrişê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst