Amerîka û Îsraîl li benda bersiva Îranê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Zanyariyên îstixbaratî ji bo Koşka Spî hatine dayîn ku Îranê bi dehan mûşek û dron amade kirine ku rasterast ji Îranê êrişî Îsraîlê bike.

Ew zanyarî jî hatine dayîn ku grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê xwe amade kirine da ku êrişî çênd pêgehên Îsraîlê yên li herêmê bikin.

Serokê Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku Îran dê di demeke nêzîk de êriş bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden got:

“Ez naxwazim biçim nav zanyariyên parastî lê pêşbîniya min ew e ku dê zû bike, ne dereng.”

Rojnamegerekê ji Biden pirsî:

“Peyama we ya ji bo Îranê çi ye? Niha çi peyameke we ji bo Îranê heye?”

Biden jî di bersivê de anî ziman, “Meke.”

Wê rojnamegerê herwiha pirsî:

“Gelo Amerîkî di metirsiyê de ne birêz Serok? Gelo hêzên Amerîkayê jî di metirsiyê de ne?”

“Îran bi ser nakeve”

Joe Biden jî got:

“Em pabendê parastina Îsraîlê ne û piştevaniya Îsraîlê dikin. Dibin alîkar ji bo parastina Îsraîlê. Îran bi ser nakeve.”

Di çarçoveya wê pabendbûnê de ku Biden diyar kir ku Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Michael Kurilla û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant li nêzîkî sînorê Libnanê civiyan da ku peyama xwe bidin Îran, Hizbulaha Libnanê û grûpên din ên çekdar ên nêzîkî Îranê.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant anî ziman:

“Em ligel Fermandar Kurilla li vê bingehê esmanî yê nêzîkî sînorê başûrê Libnanê civiyan.

Em ligel Amerîkayê, rêhevalê nêzîk di hevahengiyeke baş de ne ku nehêlin zerer bigihe Îsraîlê.

Em dizanin çawa bersivê didin.”

Tevlîhevbûna zêdetir a rewşê piştî axaftineke roja 10ê mehê ya Elî Xamineyî hat ku êrişa destpêka vê mehê ya ser konsulxaneya welatê xwe ya li Şamê wekî êrişa ser axa Îranê bi nav kir.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî da zanîn:

“Balyozxane wekî axa wî welatî tên hesabkirin. Dema êrişî konsulxaneya me dikin, tê wê wateyê ku êriş anîne ser axa me.

Rejîma pîs di vê mijarê de xeletî kir, divê bê tembîhkirin û tê kirin jî.”

Heta niha ne zelal e ka dê bersiva Îranê çawa, kengî û di çi astekê de dibe lê karvedana Tehranê her çawa bin bandorê li qonaxa pêş a şerê Xezeyê, herwiha tevgera grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê û helwesta siberojê ya Amerîka û Îsraîlê dike.