Siûdiye û Sûriyê daxuyaniya hevbeş dan: Divê ti milîsên çekdar li Sûriyê nemînin

13-04-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Erebistana Siûdî Feysel Miqdad Feysel Bin Ferhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zêdetir ji 12 salan, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad serdana Erebistana Siûdiyê kir û bi rayedarên pilebilind ên wî welatî re civiya. Her du welatan di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaza  “parastina serweriya axa Sûriyê” û “nehîştina hemû hêzên çekdar” ên li wî welatî kirin.

Roja Çarşemê 13ê Nîsana 2023an, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad serdana bajarê Cedde yê Erebistana Siûdiyê kir û ligel hevtayê xwe yê Siûdî Feysel Bin Ferhan civiya.

Li gor ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA, Feysel Miqdad û şandeya pê re li Firokexaneya Ceddeyê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Siûdiyê Welîd El-Xirêcî û hejmarek berpirsên wezareta derve ya Siûdiye ve hatine pêşwazîkirin.

Di civînekê de her du aliyan pêşwazî li pêngavên ji bo normalkirina têkiliyên Sûriye-Siûdiyê kirin. Her du wezîran herwiha pêşwazî li vekirina balyozxaneyan û herwiha destpêkirina geştên esmanî yên di navbera her du welatan de kirin.

Feysel Miqdad û Feysel Bin Ferhan tekezî li ser bidawîkirina destwerdana derve di nav karûbarên navxwe yê Sûriyê de, bihêzkirina hevrêziya di têkoşîna dijî bazirganiya madeyên hişbir de û vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî jî kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de, wezîrên derve yên Sûriyê û Siûdiyê tekez kirine ku divê Sûriye tevahiya axa xwe kontrol bike, û “dawî li hebûna milîsên çekdar li Sûriyê” were anîn.

Her du wezîran behsa pêngavên pêwîst ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re kirin, di nav de jî vegerandina Sûriyê bo nav jîngeha wê ya erebî.

Berpirsên Siûdiyê û Sûriyê ragihandine, ew dê hemahengiya du alî ya ji ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir zêdetir bikin.

Erebistana Siûdî yek ji wan welatên erebî ye ku ji destpêka kirîza Sûriyê ve di sala 2011an de, pêwendiyên xwe ligel Şamê qut kirin, û piştgiriya grûpên opozisyonê kir ku hewla rûxandina Beşar Esed didin û paşê bi piştgiriya Siûdiyê endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de jî hat rawestandin.

Destpêkirina danûstandinên di navbera Erebistana Siûdî û Sûriyê de, pêngaveke din a welatên erebî bo asayîkirina peywendiyan bi Sûriyê re ye. Ev pêngav piştî hevdîtinên ligel wezîrên derve yên Misir û Urdinê di hefteyên borî de hat.

Pêngavên ji bo normalkirina peywnediyên welatên erebî ligel Sûriyê di demekê de ne ku Amerîka dilgiraniya xwe derbarê wê yekê nîşan daye û Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê, Esed û endamên malbata wî tohmetbar dikin ku destên wan di qaçaxçîtiya madeyên hişbir li Rojhilata Navîn de heye, bi taybetî jî qaçaxçîtiya hebên kaptagon û amfetamîn.

Herwiha ew welat dibêjin, piraniya hebên madeyên hişbir ji bo Erebistana Siûdî û Lubnanê têne şandin, lê Sûriyê wan tohmetên Amerîka û Ewropayê red dike.

Erebistana Siûdî plan dike ku serokê Sûriyê Beşar Esed vexwîne Lûtkeya Komkara Erebî ya li Riyadê ku biryar e di 19ê meha Gulanê de bê sazkirin. Lê medyayên cîhanê belav kirine ku 5 welatên Erebî li dijî vegera Sûriyê bo Komkara Erebî ne, lê heta niha navê wan 5 welatan nehatiye eşkerekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst