MÎT û generalên tirk li ser sînor in

13-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Sererkan Giştî yê Artêşa Tirkiyê Hulusî Akar û Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan çûn bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê.

Sererkan Giştî yê Artêşa Tirkiyê Hulusî Akar û Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan şanda ligel wan îro danê sibê bi helîkopterê gihîştin parêzgariya Kilîsê ku çend rojên roketên DAIŞê li navenda wî bajarî dikevin.

Hulusî Akar û Hakan Fidan pêşiyê li ser sînor lêkolînê kirin û serdana yekîneyên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li herêmê kirin.

Piştre parêzgarê Kilîsê Suleyman Tapsiz pêşwazî li Akar û Fidan kir.

Hevdîtin û lêkolînên Sererkan Giştî yê Artêşa Tirkiyê û Şêwirmendê MÎTê berdewam e.

Di heya 3 rojên dawiyê de encama roketên ji aliyê Sûriyê ve li navenda Kilîs ketine 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 30 kesên sivîl jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst