Yildiz: Em dixwazin pirsgirêka avê li gel Iraqê çareser bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz ragihand ku ku wan weke Tirkiye ti caran pirsa avê weke kerteke bazirganî yan jî guvaşê bikar neaniye û ew dixwazin av ji aliyê welatên navçeyê ve bi hevbeşî were bikaranîn.

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz ji Rûdawê re têkildarî derbarê Konferansa Navdewletî ya Avê li Bexdayê ragihand ku ew weke Tirkiye girîngiyê didin wê konferansê ji bo ku pirsgirêkên avê bêne çareserkirin.

Fatih Yildiz diyar kir ku hinek bîr û rayên Iraqê li ser pirsa avê hene û Tirkiye jî bi hûrî wan bîr û rayan dişopîne û got: “Me weke Tirkiye ti caran pirsa avê weke kerteke bazirganî yan jî guvaşê bikar neaniye û em dixwazin av ji aliyê welatên navçeyê ve bi hevbeşî were bikaranîn.”

Yildiz diyar kir ku ji bo cara yekê ye ku konferansekî wiha li Iraqê tê lidarxistin û wiha pê de çû: “Me jî xwest ku em beşdarî vê konferansê û naveroka wê bibin û piştevaniyê lê bikin. Tirkiye vê konferansê girîng dibîne û beşdariyekî xwe ya bihêz jî heye.

Rêkeftinên li ser avê hene û ya rastî Iraq tim behsa wan dike. Li gel Iraqê karê me yê li ser avê, xwe dispêre hinek belgeyên bingehîn. Me planekî çalakiyan heye û li gel Iraqê jî me gelek qadên hevkariyê destnîşan kirine. Li parlamentoya Tirkiyê jî deng li ser rêkeftinên li gel Iraqê hatiye dayîn û em jî li ser van herdu xalan hevkariya xwe didomînin.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz tekez kir ku pirsa avê tenê bi Tirkiye û Iraqê ve girêdayî nîne û got: “Bi hemû navçeyê ve peywendîdar e. Iraqê di derbarê avê de fikarên xwe hene û weke Tirkiye jî em bi awayekî herî baş çavdêriya wan fikarên Iraqê dikin. Me ti caran pirsa avê weke pirsekî bazirganiyê bikar neanî ye û yan jî ti caran em nefikirîne ku qut bikin. Di demên herî zehmet de jî, di dema hişkesaliyê de jî ji bo ku av bigihe Iraqê Tirkiyê her tiştek kiriye. Jixwe vîzyona Tirkiyê ev e û em dixwazin av bi awayekî hevbeş bê bikaranîn.