Programa Xurakê ya Cîhanî: Mezintirîn krîza mirovî li Yemenê ye

13-03-2021
RÛDAW
Nîşan Yemen Programa Xurakê ya Cîhanî David Beasley Şerê Navxwe Rewşa Mirovî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji rewşa mirovî ya xelkê Yemenê nîgeran e û daxwaza hevkariyê ji civaka navdewletî dike.

Rêveberê Programa Xurakê ya Cîhanî ragihand ku di dema 6 mehên pêş de pêdiviya wan bi kêmanî bi 815 milyon dolar heye bo peydakirina xwarinê ji xelkê birçî yê Yemenê re, lê niha tenê 300 milyon dolar li ber destê wan e.

Rêveberê Programa Xurakê ya Cîhanî David Beasley di van çend rojên derbasbûyî de serdana çend cihên Yemenê kiribû, ji wan jî Sen`aya paytexta welat ku di bin kontrola Husiyan de ye.

Beasley got, bi çavê xwe dîtiye ku zarok li nexweşxaneyeke Sen`ayê ji ber kêmbûna xwarinê canê xwe ji dest dane.

David Beasley, Rêveberê Cîbicîkar ê Programa Xurakê ya Cîhanî, dibêje, “Her wek agahdar in, rewşa Yemenê gelekî xirab e, krîza mirovî ya herî mezin li ser rûyê erdê. Nêzîka 16 milyon kes ji niştecihên wî welatî di krîzê de ne û 5 milyon kes ji wan gihiştina keviya karesatê ji ber birçîbûnê. Lewra eger ew pere û sotemaniya ku pêwîstiya me pê heye negihe destê me, wê demê dibe karesata herî xirab ji ber birçîbûnê bibînin.”

Rêxistina Netweyên Yekbûyî daxwaza çareserkirina krîza Yemenê dike û amaje bi wê yekê dide ku pêdiviya nêzîka 400 hezar zarokan li wî welatî bi alîkariya bilez heye daku ji nêza û birçîbûnê bên rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst