Kerry dê ligel Sîsî û Şah Ebdullah bicive

Navenda Nûçeyan- Tê çaverêkirin îro Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li Misrê ligel şahê Urdunê Şah Ebdilayê Duyem bicive û derbarê krzîa Sûriyê, Iraq û Yemenê de gotûbêjan bike.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîka, Kerry duhî pêncşemê bi serdanekê gihişte Misrê û ligel Serokê wî welatî Ebdilfetah El- Sîs civiya.

Di civînê de Kêrî û Sîsî derbarê dosyeya terorê li Lîbya û Sînaya Misrê de gotûbêj kirin.

Wezareta Derve ya Amerîka, ragihand ku, Kerry wê tevlî Konferasna Navdewletî ya Aborî li Şerm Elşêx bibe û roja yekşemê jî wê serdana Swîsrayê bike û ligel wezîrê derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf bicive.