Mesrûr Barzanî dê bi Erdogan re hevdîtinekê bike

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê li Dubaiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan” de li Dubaiyê ye.

Nûnerê Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî da zanîn ku dê Serokwezîr Barzanî îro saet 10:00an bi Erdogan re hevdîtinekê bike.

Serokwezîr Barzanî doh li lûtkeyê axivîbû û bal kişandibû ser mafê rewa yê Kurdan ê diyarkirina çarenivîsa xwe.