Îsraîlê bersiveke tund da Erdogan

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraêl Israel Katz Recep Tayyîp Erdogan Kurd Ermenî Xeze Komkujî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz, Tirkiyeyê bi jenosîdkirina Kurd û Ermeniyan tawanbar kir û got, “Me komkujiya Ermeniyan û qirkirina Kurdan ji bîr nekiriye.”

Komara Afrîkaya Başûr bi tohmeta ku "Îsraîl li Xezeyê li dijî gelê Filistînê komkujî kiriye" 29 Kanûna Pêşîna 2023yan li Dadgeha Navneteweyî ya Laheyê doz vekiribû.

Serokkmarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştgirî dabû wê dozê.

Li ser piştgiriya Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz li ser hesabê xwe yê Xê bersiv da û got:

“Serokomarê Tirkiyeyê RT Erdogan, ji welatekî ku di pêşeroja xwe de Komkujiya Ermeniyan hebûye, niha bi îdîayên bêbingeh ku Îsraîlê dike armanc pesnê xwe dide.

Em Ermeniyan, Kurdan bi bîr tînin. Dîroka we bi xwe axivî. Îsraîl li hemberî hevalbendên we yên barbar ne di wêrankirinê de ye, di parastinê de ye”

Katz di beşeke din a daxuyaniya xwe de wiha pê de çû:

“Me tu bihîstî. Me komkujiya Ermeniyan û qirkirina Kurdan ji bîr nekiriye. Tu tawanbarê jenosîdê yê rasteqîn î. Em xwe ji hevalên we yên barbar diparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst