Erdogan: Hewl didin Deryaya Sor bikin gola xwînê

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Husî Brîtanya Hêzên Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê êrişa li ser Husiyan de nerazîbûn nîşanî Amerîka û Brîyanyayê da.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja înê li Stenbolê piştî nimêja Înê derbarê mijarên di rojevê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Brîtanya û Amerîkayê roja înê li Sanaya paytexta Yemenê û bajarê Hudeydeyê êrişî Husiyan kir, Erdogan derbarê wan êrişan de karvedan nîşanî her du welatan da û got:

“Hêzeke bê hevsengî hat bikaranîn. Îsraîl heman tiştî li Filistînê dike. Brîtanyayê jî bi Amerîkayê re gava xwe di vê pêvajoyê de avêt. Niha hewl didin Deryaya Sor bikin gola xwînê.”

“Baweriya me bi dadmendiya Laheyê heye”

Li ser pirseke derbarê doza ku Efrîkaya Başûr li dijî Îsraîlê bi tohmeta komkujiya li Xezeyê de tomar kiriye jî Erdogan got:

“Hemû belgeyên ku me dane li Laheyê bi kêr tên. Em dê belgeyên zêdetir li ser vê yekê bidin.

Bi wan belge û wêneyên ku em li wê derê radest dikin dê Îsraîl mehkûm bibe. Em li benda vê yekê ne û baweriya me bi dadmendiya Laheyê heye.”

Erdogan behsa xebatên partiya xwe ya derbarê hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de jî kir û ragihand ku ew dê berbijêrê xwe yê Enqere û bajarên din roja yekşemê eşkere bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê herwiha destnîşan kir ku xebatên wan bi hevpeymanê wan MHPyê re berdewam in û ew dê bi hev re nirxandinan li ser berbijêran bikin.

Erdogan amaje bi hevdîtîna xwe ya roja pênceşemê ya ligel Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî jî da û got, “Hevpeymaniya Cumhur, dê têkçûneke ne pêşbînîkirî bi aliyê beramber bide jiyîn.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Hêzeke gelekî zêde tê bikaranîn. Îran dê çawa xwe li hember van biparêze çav li wê ne. Ji xwe Brîtanyayê hertim ligel Amerîkayê di nav vê pêvajoyê de gavên xwe avêtine û li ser vê berdewam e.

Ev niha hewl didin Deryaya Sor bikin gola xwînê. Yemen jî bi Husiyan û hemû hêza xwe dibêje çi Amerîka û çi jî Brîtanya ew dê bersiva pêwîst bidin.

Niha em nûçeyên cuda ji kanalên cuda dibihîzin. Em ji kanalên cuda dibihîzin ku Husî li hemberî Amerîka û Brîtanyayê parastineke serkeftî dikin û bersivên serkeftî didin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst