Îmarat ji bo kirîna saziyên dewletê ligel Tirkiyê hevdîtinan dike

13-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îmaratê ragihand ku ji bo kirîna kompanyayan ligel hinek kompanyayên Fona Hebûnê ya Tirkiyê hevdîtinan dikin. Piştî ku salên dirêj peywendiyên wan xirab bûn, Tirkiye û Îmaratê peywendiyên xwe asayî kirin.

 Cênişînê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid El Nahyan, Mijdara 2021ê serdana Tirkiyê kir û di warê enerjî, jîngeh, fînans û bazirganiyê de 10 girêbest ligel Tirkiyê îmze kirin. Piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî, di serî de Qeter hinek welatên Erebî, vê rewşê ji bo veberhênanê wek derfeteke zêrîn dibînin.

Rêveberê Fona Hebûnê ya Îmaratê Mihemed Hesen El Suveydî got: “Em bi Fona Hebûnê ya Tirkiyê re ji bo kompanyayên di destê wan de hevdîtinan dikin. Daketina nirxê lîre ji bo me demeke nuwaze ye û derfetên nû ava dike.”

Mihemed Hesen El Suveydî got: “Ji bo çend derfetan bikar bînin, em lêkolînê li ser hinek kompanyayên Fona Hebûnê ya Tirkiyê ku pirsgirêkên wan ên darayî hene dikin. Em ji bo wan hebûnên di rewşeke zehmet de ne, ji bo pêşxistina çend platforman bijardeyan dinirxînin. Aliyê Tirkiyê herî zêde jê hez dikim, ji aliyê veguhestinê ve 12 demjimêran nêzîkî Almanya ye û 84 milyon nişteciyên wê hene. Ji bo sektoran navendeke mezin a hêzê ye, girîngiyeke lojistikî ya nuwaze heye. Ji ber wê tekez pê re eleqedar in.”

Di destê Fona Hebûnê ya Tirkiyê de saziyên girîng ên weke Banka Ziraatê, Banka Halk, Banka Vakif, Borsa Stenbolê, Kompanya Geşta Asmanî ya Tirkiyê û Postaxane hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst