Mazin Elûş: Herî kêm 3 hezar malbat vegeriyane Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Pêwendiyan ê Deriyê Bab El Hewayê Mazin Elûş da zanîn ku herî kêm 3 hezar malbat vegeriyane Sûriyeyê.

Piştî ku Tehrîr El Şamê paytexta Sûriyeyê xist kontrola xwe û dawî li desthilata Beşar Esed anî hinek koçberên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vedigerin.

Berpirsê Pêwendiyan ê Deriyê Bab El Hewayê Mazin Elûş bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

Mazin Elûş ragihand ku koçber ji 8ê vê mehê ve vedigerin û heta niha herî kêm 3 hezar malbat vegeriyane Sûriyeyê.

Li gorî agahiyên ku Mazin Elûş dane, ew ji bo vegera welatiyên Sûriyeyê hêsankariyê dikin.

Mazin Elûş diyar kir ku ciwan jî vedigerin û herî zêde xelkê Şamê vedigere.

Elûş da zanîn, 200 malbatên ku xelkê Dêrezorê û herêmên li rojhilatê Sûriyeyê ne jî bi rêya Deriyê Bab El Hewayê vegeriyane Sûriyeyê.

Berpirsê Pêwendiyan ê Bab El Hewayê amaje pê kir ku bi dehan malbatên Efrînî jî vegeriyane lê ew nikareke hejmareke zelal bide.

Mazin Elûş got ku îsal bi giştî 50 hezar penaberên Sûriyeyê bi rêya Bab El Hewayê bi dilê xwe vegeriyane.

Bab El Hewa (Cîlvegozu) di navbera Hatay û Îdlibê de ye.

Ev derî ji sala 2011an ve ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî dihat bikaranîn.