Supaya Pasdaran a Îranê piştevaniya xwe ji çekdarên filistînî re ragihand

Navenda Nûçeyan - Supaya Pasdaran a Iranê, amadebûna xwe bo piştîgiriya komên çekdar yên Filistînî li Xezayê ragihand.


Medyaya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, ku Fermandarê Hêzên Supaya Quds Qasim Silêmanî, duh danê şev bi rêya peywendiyeke telefonî, bi rayedarên çekdarên Xezayê re axivî ye, û piştevaniya welatê xwe ji Filistînê re tekez kiriye.


Hat ragihandin, Qasim Silêmanî gotiye ku hêzên Supaya Pasdaran a Îranê, amadene berevaniyê ji Mizgefta El-Eqsa re bikin.


Beriya niha jî Serokomarê Îranî Hesen Ruhanî bi rêya axafiteke telefonî, ji rayedarên Tevgera Hemas re nerazîbûna xwe derbarê rewşa Orşelîmê (Quds) eşkere kiriye û bang li xelkê Filistînê kiriye ku dest bi serhildaneke nû li dijî Îsraîlê bikin.


Nêzîkbûna Îran û Tevgera Hemasê  di demekê de tê, ku di derbarê rewşa Sûriyê de peywendiyên Hemasê bi Îranê re kêm bibûn.


(A.B)