Aktorê Îsraîlî li Xezeyê hat kuştin!

Hewlêr (Rûdaw) – Aktorê Îsraîlî Matan Meir, li Xezeyê hat kuştin.

Matan Meir, di rêzefîlma Netflixê ya navdar “Fauda”yê de dilîst.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşînê şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir Matan Meir tevlî artêşa Îsraîlê bû.

Xebera mirina aktorê Îsraîlî di hesabê fermî yê “Fauda”yê de hat ragihandin.

Di hesabê “Fauda”yê hat destnîşankirin ku Matan Meir li Xezeyê hatiye kuştin lê nehatiye diyarkirin bê ji aliyê kê ve û kengî hatiye kuştin.