Berxwedana Îslamî: Me êrişî Golanê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Berxwedana Îslamî ya Îraqê êrişî 2 xalên Îsraîlê yên Girên Golanê kir.

Komên çekdar ên Îraqî yên ku Îran piştgiriya wan dike û xwe wekî Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi nav dikin, diyar kir ku wan êrişî 2 “xalên girîng ên Îsraîlê” yên li Girên Golanê kiriye.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê li ser êrişa Girên Golanê daxuyaniyek belav kir.

Rêxistinê da zanîn ku her du êriş jî bi dronan hatine kirin û got:

“Êrişên Berxwedana Îslamî ya li ser çeperên dijmin dê zêdetir bibin.”

Endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Nûcebayê Heyder Lamî 7ê mehê ji Rûdawê re ragihand ku Berxwedana Îslamî ji destpêka şerê Xezeyê ve zêdetirî 400 êrişên dronî û mûşekî li dijî Îsraîlê encam dane.

Medyaya Îsraîlê diyar kir ku komên çekdar nêzîkî 170 caran êriş kirine ku ji sedî 70ê wan di meha Îlonê de bûne.

Endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Nûcebayê Heyder Lamî anî ziman:

“Tevgera Nûcebayê beşeke Berxwedana Îslamî ya Îraqê û Eniya Berxwedanê ye.”

Tê zanîn ku Eniya Berxwedanê hemû komên çekdar ên alîgirên Îranê di nav xwe de dihewîne.

Piştî ku artêşa Îsraîlê dawiya meha borî êrişên xwe yên li ser Hizbulaha Libnanî zêde kirin, komên çekdar ên Îraqê jî êrişên xwe yên li ser Îsraîlê zêde kirin.