Îbrahîm Reîsî û Mihemed bin Selman: Divê sûcên şer ên Îsraîlê bên rawestandin

12-10-2023
Nîşan Îbrahîm Reîsî Mihemed bin Selman Îsraîl Filistîn Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Şehzadeyê Welîehd ê Erebistana Siûdiyê Mihemed bin Selmanbi rêya têlefonê rewşa Filistînê nirxand.

Cîgirê Ofîsa Karûbarên Siyasî ya Serokkomariya Îranê Mihemed Cemşîdî têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyanî da.

Piştî 7 salan pêwendiyên Tehran û Riyadê careke din dest pê kir û piştî destpêkirina wan pêwendiyan ev cara ewil e ku Reîsî û Selman diaxivin.

Li gorî daxuyaniyê, axaftina wan 45 xulekan ajot û behsa rewşa Filistinê hat kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Pêwîst e sûcên şer ên Îsraîlê bên rawestandin.”

Hat eşkerekirin ku Reîsî û Selman girîngiya “yekitiya Misilmanan” bi bîr xistiye û wan piştgiriya Amarîkayê ya ji Îsraîlê re rexne kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst