Kalin li ser hevdîtina Erdogan û Esed daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê egera hevdîtinekê di navbera Erdogan û Esad de axivî û got: “Niha di demek nêzîk de bernameyek wiha nîne, lê eger bo berjewendiyê welatê me hevdîtineke wiha pêwîst bike dibe hevdîtineke wiha jî çêbibe.”

Ev demeke danûstandinên di navbera Enqere û hikûmeta Şamê de ketine rojeva Tirkiyê, bi taybet piştî lûtkeya sêalî ya Erdogan, Putîn û Reîsî ya li Tehranê.

Berdevkê Serokkomariya Tikriyê di bernameyekî televizyonî de bersiva pirsa gelo eger heye Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Şamê bike û ligel Beşar Esad bicive? da û got: “Niha zemîneke siyasî ya bi vî awayî nîne, hewldaneke me ya wiha jî nîne, lê Serokkomarê me her tim wiha dibêje, di dîplomasiyê de derî nayên girtin. Bi fermana wî serokê îstixbaratê hevîdîtinan dike, li ser gelek mijaran gotubêjan dikin, ji xwe ew bi xwe jî dibêjin.”

Kalin dibêje: “Fermaneke wiha ku em bi kanalên siyasî hevdîtinên bikin nedaye me, lê wek egerekê, sibe eger di berjewendiya welatê me de be dibe ku hevdîtineke bi vî awayî jî çêbibe. Lê niha bernameyeke bi vî awayî di demek nêzîk de nîne.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê derbarê hevdîtina Erdogan û Putîn ya li Astanayê de jî agahî dan û da zanîn ku roja Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022ê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Viladimir Putin li Astanayê hevdîtinekê pêk bînin.