Daxwazname ji aliyê Parlamenterê Hevpeymaniya Fetihê Falih Hesen El Xezelî ve bi îmzeya 40 parlamenteran bi awayekî fermî bo Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hat pêşkeşkirin.
Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin, ku Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bêyî wergirtina destûrê ji parlamentoyê ji aliyê serokwezîrê wê demê Nûrî Malikî ve hatiye sazkirin û ji ber ku ev yek ne destûrî ye, divê were hilweşandin.
Hevpaymaniya Fetihê piştî hilweşandina vê feramdariyê dixwaze dosyeya ewlehiyê di destê Wezareta Navxweyî de be.
Serokê Hevpaymaniya Fetihê Hadî Amîrî ye, ku ew wek yek ji kesên herî nêzikî Îranê tê nasîn.
Di sala 2005a de piştî şerê navxweyî li Iraqê rûda, li ser daxwaza Amerîkayê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hatibû damezirandin. Perwerdehî û rahênaniya fermandariyê ji aliyê wezaretên naxweyî û bergeriyê yên Iraqê ve dihat dayîn lê fermandariyê ferman rasterast ji serokwezîr werdigirt.
Beşên wê fermandariyê pêşiyê li bajarên herî metirsîdar ên wek Bexda, Enbar û Mûsilê, paşê jî li nêzikî hemû bajarên di bin kotrola hikûmetê de hatn avakirin.
Damezirandina fermandariya navborî di navbera hikûmeta wê demê ya Malikî û Herêma Kurdistanê de bûbû gengeşiyê, bi taybet jî di warê deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse