Penaberên Kobanî di xaniyên kavil de dijîn

12-09-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Kobaniyên li Stenbolê di mercên xirab dê dijîn dixwaxin ji bo wan kar bê dîtin.

Li Stenbolê gelek malbatên ji Kobanî di nava şert û mercên xirab de dijîn. Penaberên Kobanê li navçeya Fatîhê li herêma Sileymaniyê di nava avaniyên li ber rûxandinêne dimînin ku gelek jê zarok in. Penaberên debara xwe bi alîkariya niştecihên taxê ve dikin dixwazin ji bo wan kar bê dîtin. Hin ji wan li bendene ku derfet bi destê wan keve û berê xwe bidin Ewropayê.

 

Gelek penaberên Sûrî  û Rojavayê Kurdistanê ji ber ku li Tirkiyê di nava şert û mercên xirab de dijîn berê xwe didin Ewropayê. Bi taybetî di demên dawî de ji ber ku bi deh hezaran penaber dixwazin biçin welatên Ewropa, di rojeva cîhanê de bêhtir cî digirin. Helbet kesên ku dixwazin û nikarin biçin hê jî di heman şertan de dimînin. Hin penaberên Kobanî li Stenbolê li herêma Sileymaniya dîrokê de di xaniyên kavil de jiyana xwe berdewam dikin.

 

Cihê ku penaber li dimînin ji aliyê Şaredariya Fatîhê weke herêma veguhstina bajarî hatiye nîşandan. Yanî divê avahiyên vir bên rûxandin û yên nû li şûna wan bê çêkirin. Hin ji wan li ber xirabûnê ne. Bi dehan malbat di van xaniyan de di nava hev de neçarin bimînin. Di nava wan de bi dehan zarok hene ku yek ji wan 20 roj berê hatiye dinê. Ji bo zarokan herder ciyê lîstokê ye.

 

Penaber naxwazin ji çapemeniyê re biaxivin. Li gor gotina wan, rayedarên şaredariyê piştî di çapemeniyê derbarê wan de nûçe derketine gef li wan xwarine.

 

Xortê bi navê Basil nû ji Kobanî hatiye. Li kar digere. Heke ku kar nebîne dixwaze biçe Almanyayê.

 

Heman penaber nêzîkî 3 sal in li heman cihî dimînin. Di sala 2014an de li heman cihî xaniyek rûxiyabû û xortek birîndar bibû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst