Opozisyona Sûriyê li ser şewitandina alaya Tirkiyê daxuyanî da

12-08-2022
RÛDAW
Nîşan Opozisyona Sûriyê Şewitandina Alaya Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ji ber şewitandina alaya Tirkiyê di xwepêşandanên xelkên navçeyên bakurê Sûriyê yên li dijî axaftinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê de, daxuyaniyek belav kir û ragihand, Tirkiye hêj jî hevpeymana wan e û “ji mafê Sûriyan e dengê xwe bigihînin hikûmeta Tirkiyê, lê divê rêzê li sembol û alaya Tirkiyê bigirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu duh Pêncşemê gotibû, “Divê em bi awayekî opozîsyon û rejîma Sûriyê li hev bînin, heger na aştiyeke mayînde dirist nabe.”

Li ser van gotinên Çavuşoglu li Cerablus, Ezaz, Girê Spî û çend deverên din ên di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de xwepêşandan hatin lidarxistin û daxuyaniya Çavuşoglu bi tundî protesto dikin.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine weşandin de, li Ezazê alaya Tirkiyê ji aliyê xwepêşanderan ve tê şewitandin û tê dagirtin. Herwiha di xwepêşandanên li Ezazê de dirûşmên wek "Bila Tirkiye baş bibihîse, ev şoreşa Sûriyê ye" hatin gotin. 

Têkildarî van pêşhatan û bi taybet şewitandina alaya Tirkiyê ji aliyê xwepêşanderên Ereb ên Sûrî ve, hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê bertek nîşan da.

Wezareta Berevaniyê ya ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ve daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku “dewleta Trikiyê hêj jî hevpeymana me ya sereke ye bo şoreşa Sûriye, û em li gel hev pêngav bi pêngav li dijî terora rejîmê û rêxistinên cudaxwaz kar dikin.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku bi daxuyaniyekê helwêsta wan li hember Tirkiyê naguhere û wiha tê gotin, “baweriya me bi rêbaza Tirkiye tê beramberî şoreşa me, û dayîna daxuyaniyekê ku bi şaşîtî hatiye fêmkirin helwêsta me naguhere.”

Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê herwiha diyar kiriye, dê artêşa niştîmanî ya ser bi hikûmeta demkî ve di şerê xwe yê li dijî rejîmê de berdewam be heta hemû armancên şoreşê pêk bîne.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tekezî li ser “rêzgirtina li alaya Tirkiyê û xwîna serbazên Tirkiyê” tê kirin û tê gotin, “Ji mafê Sûriyan e dengê xwe bigihînin hikûmeta Tirkiyê, lê divê rêzê li sembol û alaya Tirkiyê bigirin, ku xwîna serbazên Tirkî li ser axa me herikiye, û divê em biratiya herdû gelên Sûriyê û Tirkiyê biparêzin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst