Pêdiviya xelkê Beyrutê bi çareseriya derûnî heye

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Lubnanê yê ku di dirêjiya temenê xwe de ji ber şerê navxweyî aramî nedîtine, piştî teqîna vê dawiyê ya li bendera Beyrûtê di aliyê derûnî de têk çûne. Teqîna dawî bû sedem ku birînên kevin jî der bibin û êdî pêwîstiya wan bi alîkariya pisporên derûnî hebe.

Bûyera teqînên Beyrûtê, çendîn bîranînên din ên tal anîne bîra Lubnaniyan. Yên temenê wan çil û pênceh salî, çendîn bûyerên nexweş ên Lubnanê dîtine.

Şerê navxwe yê Lubnanê, teqînên berdewam ên li Beyrutê, kuştina serkirdeyan, şerê Îsraîl û herî dawî jî teqîna Bendera Beyrutê. Ji ber van bûyeran jî derûniya wan têk çûye.

Zilamekî di temenê xwe yê pêncehan dibêje, wî hemû bûyerên nexweş ên Lubnanê dîtine, lê vê carê bi tevahî şok bûye.

Şofêrê taksiyê Telal Mereb diyar kir ku wê bûyera dawiyê bandoreke xirab li wî kir û wiha pê de çû: “Temenê min 52 sal e, min şerê navxwe yê Lubnanê di 70yan de dîtiye, şerê dagîrkeriya Îsraîlê, lê bûyera teqînan gelekî ji wan bi bandortir bû, min xelk didît miribûn, min bi çavê xwe dît keçek ketibû, di wê demê de min gelek kesên mirî dîtin. Zaroka min digiriya, ew hê jî şok bûye.”

Ji ber pirsgirêkên aborî xema Lubnaniyan peydakirina nan bû, lê piştî wê bûyerê pirsgirêkên wan ên derûnî çêbûne û siberoja zarokên wan jî bûye xemeke din.

Ayda Salih jî dibêje: “Hestekî min ê gelekî xirab heye. 20 sal bû em di vî xaniyî de dijiyan. Piraniya caran pirsgirêka me hebû ka çi xwarinekê bixun, ligel wê jî me dixwest bê pirsgirêk bijîn. Fermo niha tiştekî me nemaye. Nizanim çi bikim, em bi tevahî ji dest çûn.”

Berpirsên tendirustî yên Bernameyê Çareserkirina Pirsgirêkên Derûnî dibêjin, xelkê Lubnanê wek qedeheke tejî av in ku divê bê valakirin.

Pizîşka Derûnî Noelle Jouane jî got: “Tişta niha divê em bikin rizgarkirina xelkê ye ji şok û aciziyê. Divê hevkariya hinekan ji wan bê kirin heta bikaribin biaxifin. Ez ligel xelkê diaxifim daku hestê xwe bînin ziman û hinekî xwe vala bikin. Dema behsa aciziya xwe bikin. Niha ew wek qedeheke tejî wiha ne ku em bixwazin hino hino vala bikin.”

Teqîna Bendera Beyrutê, ji xeynî kuştina 171 kes û birîndarbûna 6 hezar kesan, bi sedan hezar kes jî koçber kirine. Hilweşîna hikûmetê jî wiha kiriye ku valahiya berpirsyaretiyê çêbibe. Baweriya xelkê nerazî yê Lubnanê jî bi ti aliyekî siyasî û serkirdeyan nayê heta wan ji vê rewşê rizgar bikin.