Wezareta Derve ya Iraqê serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê hilweşand

12-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bombebarana firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê û canjidestdana 2 efserên paye bilind ên Hêzên Zêrevaniya Sînor ên Iraqê, Wezareta Derve ya Iraqê serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bo Bexdayê hilweşand.

Biryar bû Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar roja Pêncşemê 13ê Tebaxa 2020ê bi armanca gotûbêjkirina aloziyên ser sînorê Iraq û Tirkiyê serdana Bexdayê bike. Lê belê Wezareta Derve ya Iraqê ew serdan hilweşand.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku naxwazin roja Pêncşemê Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê serdana Iraqê bike û ew serdan hilweşandiye.

Wezareta Derve ya Iraqê herwiha da zanîn ku bangî Balyozê Tirkiyê yê Iraqê dike û derbarê wê bombebaranê de notaya nerazîbûnê didiyê û dibêje: “Li hemberî binpêkirinên Tirkiyê çend vebijarkên me hene em bikar bînin.”

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de êrîşa esmanî ya Tirkiyê bo ser navçeya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê şermezar dike ku ji aliyê firokeya bêfirokevan ve hat kirin û di encam de 2 efserên Kurd ên Hêzên Zêrevaniya Sînor ên Iraqê canê xwe ji dest dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst