Nazim Debax: Ebadî di derbarê cezayên li dijî Îranê de lez kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê gotinên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di derbarê cezayên bi ser Îranê de û serederî û helwesta Iraqê li gel wan cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê bi karekî lez bi nav kir.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îranê rexne li gotinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên derbarê cezayên Amerîka bo ser Îranê de girt û ragihand, Herêma Kurdistanê di çaçroveya biryarên Iraqê de serederiyê li gel wan cezayên li dijî Îranê dike.

 

Nazim Debax di gotûbêjekê de li gel ajanseke îranî diyar kiriye, ku niha li Iraqê, hikûmeteke demkî heye, û Heyder Ebadî serokatiya wê hikûmetê dike û tekez kiriye, ku diviyabû Ebadî çavarê kiriba heta ku hikûmeta nû pêk dihat, û paşê wê hikûmetê di derbarê çawaniya serederîkirina li gel cezayên Amerîka bi ser Îranê de biryar dide.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê behsa wê yekê jî kir, ku xelkê Iraqê û pêkhateyên siyasî yê wî welatî nabin alîgirê ti kes û aliyan li dijî Îranê û destnîşan kir, bi li ber çav girtina wan pêwnediyên dîrokî yên ku bi Îranê re heye, herwiha jiber wê cografiya hevbeş ku heye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî  li ser peywendiyên xwe yên li gel Îranê dike.

 

Nazim Debax herwiha dibêje, “em hevkariyên Komara Îslamiya Îranê yên bo xelkê Iraqê û Herêma Kurdistanê di demên hesas de ti deman ji bîr nakin.”

 

Debax herwiha amaje bi qebareya pevguhertina bazirganî û aborî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de jî kir û got, bazirganiya navbera her du aliyan niha zêdetir ji 3 milyar û 500 milyon dolarî ye û da xuyakirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê cezayên Amerîka yên li dijî Îranê di çarçoveya biryara dewleta Iraqê de ye, ku biryar e di çend heftiyên bihê de bicivin û were ragihandin.”