Navenda Nûçeyan – Yekane kurê Umer Muxtar di temenê xwe yê 97 salî de koça dawî kir.
Hat ragihandin, Mihemed Umer Muxtar ku kurê rêberê şoreşa Lîbyayê Umer Muxtar e, ji ber temenê xwe yê mezin û nexweşiyan, îro piştî nîvro li bajarê Bînxazî yê Lîbyayê koça dawî kir.
Mihemed Umer Muxtar di sala 1921ê de li devera Uweyliye li nêzîkî bajarê Merec ê li rojhilatê Lîbyayê jidayîk bûye.
Li ser daxwaza Umer Muxtar, Mihemed li gel dayîka xwe Wenîse Geylanî di sala 1927an de çûne Misirê û di destpêka çileyên sedsala borî de vegeriyane Lîbyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse