Mersîma Hecî îsal tenê bo xelkê Siûdiyê dibe

12-06-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Hec û Umreyê ya Siûdiyê ragihand ku îsal merasîma Hecê nayê kirin, tenê 60 hezar kesên di navxweya Sûdiyê de dikarin hecê bikin. 

Wezareta Hec û Umreyê ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku wî welatî herdem girîngî daye tenduristî û silametiya heciyan , ew jî li ser bingeha şerîeta Îslamê li ferman daye bo parastina jiyana xelkê. 

Wezareta Hec û Umreyê diyar kir ku îsal rê didin 60 hezar kesan ku beşdariyê di merasîma hecê de bikin ku ew jî ji navxweya Siûdiyê bin û nabe ti nexweşiyeke wî hebe û divê temenê wan di navbera 18-65 salan de be.

Herwha Wezareta Hec û Umreyê destnîşan kir ku ew kesên xelkê Siûdiyê ne yan şêniyên Siûdiyê ne û dixwazin hecê bikin divê derziya coronayê li xwe dabin.

Li gor daxuyaniya Herwha Wezareta Hec û Umreyê hikûmeta Siûdiyê weke salên berê berdewam e li ser pêşkêşkirina hêsankariyan bo heciyan ku di dema 10 salên borî de hêsankarî bo bêhtir ji 150 milyon heciyên navxweyî û biyanî kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst