Şanda HDPê li Bexdayê bi Berhem Salih re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Bexdayê kir û bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin pêk anî.

Şanda HDPê ya ku serdana Bexdayê kiriye, ji parlamenterên wê partiyê Feleknas Uca û Sezaî Temellî pêk tê.

Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniyekê de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihandiye, Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDPê Feleknas Uca û parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî bi serdaneke fermî çûne Bexdayê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şanda HDPê li ser geşedanên li herêmê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re “hevdîtineke berhemdar” pêk aniye.

Derbarê mijarê de heta niha ti daxuyaniyek ji Serokatiya Iraqê nehatiye dayîn.

Li gor hin zanyariyan, dibe ku şanda HDPê ji bo gotûbêjkirina rewşa Şingalê serdana Bexdayê kiribe, ku di wan demên dawî de li wê navçeyê di navbera hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de alozî û şer derketibû.