Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got, “Şandeyeke Îranê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî, ber bi bajarê Mesqetê yê Umanê ve bi rê ket."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku ji bo parastina rûmeta neteweya Îranê wan biryar daye ku her derfetê bikar bînin.
Armanca şandeya Îranê ew e ku pirsgirêkên di navbera her du aliyan de, bi taybetî jî nakokiyên bernameya nukleerî yên di navbera Tehran û Washingtonê de gotûbêj bike û rêyên lihevkirinê binirxîne.
Beriya gotûbêjan aliyê Amerîkayê jî daxuyanî da. Rayedarê Amerîkayê Steve Witkoff ku dê serperiştiya şandeya Amerîkayê bike ji rojnameya Wall Street Journalê re axivî.
Steve Witkoff ragihand ku armanc û girîngiya sereke ya Amerîkayê ew e ku rê li ber wê yekê bigire ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî û ev ji bo wan xeta sor e.
Steve Witkoff diyar kir ku helwesta destpêkê ya di gotûbêjan de ew e ku bernameya nukleerî ya Îranê bi temamî were rakirin.
Berpirsê Amerîkî destnîşan kir ku ev nêzîkatî nayê wê wateyê ku ti rêyên çareseriyê yên din di navbera her du aliyan de nayên dîtin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî di daxuyaniya xwe ya li ser gotûbêjan de got, "Me biryar da ku ji bo parastina rûmeta gelê Îranê her derfetê binirxînin."
Trump Îran tehdîd kiribû
Beqayî diyar kir ku welatê wî dê di her rewşê de serwerî û rûmeta xwe biparêze.
Tê dîtin ku peyamên her du aliyan her wiha dewama nivîsên dîplomatîk ên hefteyên borî ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump meha borî nameyek ji Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî re şandibû ku bangeke gotûbêjên rasterast tê de hebû.
Li gorî medyaya Amerîkayê Trump ji berpirsên Îranê re gotibû heger ew bi Amerîkayê re li hev neke dê desst bi bombebarana Îranê bike.
Îranê jî bi rêya Omanê bersiva vê bangê dabû û diyar kiribû ku di bin gef û zordariyê de nabin aliyê gotûbêjên rasterast lê ji bo têkiliyên nerasterast dê vekirî bin.
Lê belê, tevî vê helwestê jî Trump, di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ya li Qesra Spî ya 7ê Nîsanê de ragihand ku dê 12ê Nîsanê, roja şemiyê di navbera Amerîka û Îranê de ne rasterast gotûbêj pêk werin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî di daxuyaniya xwe ya heman rojê de destnîşan kir ku 12ê Nîsanê li Umanê tenê gotûbêjên nerasterast dê pêk bên.
Niha çav li ser van gotûbêjên girîng in ku dê li Mesqetê dest pê bikin.
Heta niha nayê zanîn ku dê di navbera her du aliyan de zemîneke lihevkirinê çêbibe yan. Ev yek ne tenê ji bo herêmê, ji bo siyaseta cîhanê jî girîng tê dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse