Berpirsekî Amerîkî: Îran dê êrişî Îsraîlê bike

12-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî Amerîkî ragihand ku Îran dê di nava 48 saetên pêş me de êrişî Îsraîlê bike.

Berpirsekî Amerîkayê ji medyaya welatê xwe re axivî û destnîşan kir ku zanyariyên îstixbaratî hene ku Îran dê di nava 24-48 saetan de êrişî axa Îsraîlê bike.

Îsraîl li hemberî êrişên Îranê asta amadekariyên xwe zêde kiriye.

Li gorî zanyariyên îstixbarata Amerîkayê, Tehran ji bo standina tola êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê dê hejmarek xalên Îsraîlê bike armanc.

Di wê êrişê de 7 berpirsên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin ku 2 ji wan fermandar bûn.

Berpirsê Amerîkî yê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike ji rojnameya Wall Strett Journalê re eşkere kir ku Îran wê di nava 24-48 saetên de dê êrişî Îsraîlê bike.

Wî berpirsê Amerîkî da zanîn ku Îsraîlê jî xwe ji bo wê êrişa Îranê ya ku tê çaverêkirin amade kiriye.

Li aliyê din berpirsekî Îranê jî ji rojnameya Wall Strett Jounalê re axivî û ragihand ku heta niha Îranê biryar nedaya ku dê kengî êrişê pêk bîne.

Li gorî raporan Supaya Pasdaran a Îranê, hejmarek bijardeyên bersivdana Îsraîlê dane Rêberê Dînî yê Îranê ku yek ji wan bijardeyan jî bi rêya mûşekên balîstîk êrişkirina Îsraîlê ye.

Îsraîlê hişyarî da Îranê û ragihand ku her êrişek dê tundûtûjiyê bi xwe re bîne.

Çi bûbû?

Li Konsulxaneya Îranê ya Şamê di êrişekê de 7 efser û şêwirmendên leşkerî yên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.

Heta niha Îsraîlê berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye lê berpirsên Îranê dibêjin, ew êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin û gefa tolhildanê dixwin.

Li aliyê din Îsraîl dibêje, ew dê bersiva her êrişeke Îranê bidin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh li Binkeya Esmanî ya Til Nofê got:

“Kî zererê bide me, em dê zererê bidin wan. Em ji bo her êrişê û ji bo her parastinê amade ne.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant jî got:

“Her êrişeke rasterast a Îranê ya li axa Îsraîlê dê bibe sedema bersivdayîna Îsraîlê.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî hişyarî da û got:

“Hebûna me ya ji bo ewlehiya Îsraîlê li dijî gefên Îranê û wekî stûnên pola ye.

Ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê çi ji destê me bê em dê bikin.”

Ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve Berxwedana Îslamî ya Îraqê berpirsyariya zêdetir ji 160 êrişan li hêzên Amerîkayê li Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Îraqê li xwe girtiye.

Berxwedana Îslamî herî dawî 28ê Kanûna Paşînê li ser sînorê Urdin û Sûriyeyê bi dronan êrişî binkeya esmanî ya Amerîkayê kiribû û di êrişê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest dabû û herî kêm 25 leşker jî birîndar bûbûn.

Li hemberî êrişa binkeya xwe ya esmanî Amerîkayê jî 2yê Sibata 2024an zêdetirî 85 binke û navendên komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê bombebaran kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst