Wezîrê Derve yê Misirê dê serdana Tirkiyê bike

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Misir Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî sibe serdana Tirkiyê dike. Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî roja Pêncşemê 13ê Nîsanê li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana Tirkiyê dike.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje, di vê serdanê de wê wezîrên derve yên her du welatan bicivin û pêşhatên navçeyê gotûbêj bikin. Ev di demekê de ye berê di navbera her du welatan de nakokî hebûn û hewlên asayîkirina peywendiyan berdewam in.

Roja 18ê Adara derbasbûyî piştî 11 salan yekem car Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Misirê kiribû.

Çavuşoglu û Şukrî piştî hevdîtinên dualî civîneke çapemeniyê saz kiribûn. Çavuşoglu gotibû, “Em ê di demeke kurt de peywendiyên xwe bighînin asteke bilind.”

Çavuşoglu her wiha anîbû ziman, piştî hilbijartinên 14ê Gulanê dê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst