Wezîrê Derve yê Sûriyê piştî 12 salan çû Erebistana Siûdî

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad li ser vexwendina hempîşeyê xwe yê Siûdî Feysel Bîn Ferhan ji bo danûstandinên li ser têkiliyên dualî yên navbera her du welatan, gihîşt bajarê Cedde yê Erebîstana Siûdî.

Li angora ajansa nûçeyan a Suriyê Feysel Miqdad û şandeya pê re li firrokexaneya Cidde ji alîyê cihgirê wezîrê dervewe Welîd El-Xirêcî û hejmarek berpirsên wezareta derveya Siûdîye ve hatine pêşwazîkirin.

Ji aliyê xwe ve ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî diyar kir ku armanca serdanê lidarxistina civîneke gotûbêjan li ser hewlên ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re ku yekîtî, ewlehî û aramiya Sûriyê biparêze û hêsankirina Sûriyê ye, vegerandina penaberên Sûrî bo warên xwe, û misogerkirina hatina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî li Sûriyê.

Serdana Miqdad berî civîna welatên Encumena Hevkariya Kendavê tê, ku tê de Urdin, Misir û Iraq jî dê roja Îniyê li bajarê Cedda beşdar bibin, ji bo gotûbêjkirina vegera Sûriyê bo Komkara Erebî piştî ku endamtiya wê ji sala 2012an ve hat rawestandin.

Riyadê meha borî ragihandibû ku ew bi Şamê re derbarê vegerandina karûbarên konsulxaneyê di navbera her du welatan de danûstandinan dike.

Piştî destpêkirina şer û pevçûnan di sala 2011an de, çend welatên Erebî bi serokatiya Erebistana Siûdî, pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re qut kirin û Yekîtiya Dewletên Erebî jî endamtiya Sûriyê rawestand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst