Peywendiyên Îran û Erebistana Siûdiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Komara Îslamî ya Îranê û Erebistana Siûdiyê, du welatên mezin ên cîhana Îslamî ne û di dîrokê de gelek nakokî di navbera wan de çêbûne. Di vê videowallê de bi kurtî behsa dîroka peywendiyên wan her du welatan tê kirin.
Beriya şoreşa Îsalmî ya Îranê di navbera wî welatî û Siûdiyê de peywendî baş bûn. Lê piştî ku şoreşa Îslamî ya Îranê di sala 1979 de bi ser ket, di navbera wî welatê Şîe û Siûdiya Sunne de nakokiyan destpê kirin.
Di sala 1984 de Erebistana Siûdî bi piştgiriya Amerîka 2 firokên şer yên Îranê xistin xwar.
Di sala 1987 de di navbera Heciyên Îranê û Hêzên Ewlekariya Siûdiyê şer derket, di wî şerî de 275 welatiyên Îranê û 85 polîsên Siûdiyê canê xwe ji dest dan. Wê demê Erebistan Siûdî digot, heciyên Îranê teqemenî bi xwe re anîne.
Îran heta sala 1991 wate bo dema 3 salan çûna heciyên xwe ji bo hecê rawestand.
Di sala 1988 de Xumeyînî ew bûyer weke “komkujiya hecê” bi nav kir û got, em bi malbata Al Siûd re li hev nakin.
Peywendiyên Îran û Siûdiyê di serdema serokkomarê berê yê Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencanî da, navbera salên 1989 heta 2005 asayî bûn.
Ew peywendî bi dawî bûna hikûmeta Islahat ya Îranê û destpêka desthelata serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad û destwerdana Îranê di nava karûbarên welatên Ereb weke Iraq, Sûriye û Lubnanê, xirab bûn.
Ew peywendî piştî daxuyaniya Amerîka ya 11 Îlona 2011 ku Amerîka got, Îran plana kuştina balyozê Siûdiyê li Amerîka dike xirabtir bûn.
Ji 2011 ve bi taybetî piştî destpêkirina şerê li Yemen, Iraq û Lubnanê, di navbera wan her du welatan de rageşiyeke mezin çêbû.
Taybet piştî ku Erebistana Siûdiyê zaneyê olî yê Şîe Şêx Nimir Baqir El Nimir bi darve kir, di 2 Çileya 2016an de xwepêşanderên Îranî li Tehranê êrîşî balyozxaneya Erebistanê kirin û balyozxane şewitandin.