
Berpirsê Rojhilata Navîn ê Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) Cîhad Ezûr / Wêne: Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Rojhilata Navîn ê Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ragihand ku armanca wan ew e ku alîkariya wan welatan bikin ku “bêîstiqrar û di nava aloziyê de” ne.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubaiyê tê lidarxistin.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan di navbera 11 û 13ê vê mehê de li Dubaiyê bi beşdariya zêdetirî 30 serokdewlet û serokwezîrên hikûmetan tê lidarxistin.
Berpirsê Rojhilata Navîn ê Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) Cîhad Ezûr li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan ji Rûdawê re ragihand:
“Pêwendiyeke çalak di navbera me û Îraqê de heye.
Rewşa aborî ya Îraqê ne hewceyî wan e ji ber ku di bîlançoya dayînê de kêmasiya wan nîne lê em alîkariya teknîkî didin wan.”
Berpirsê Rojhilata Navîn ê Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) Cîhad Ezûr got:
“Em alîkariya Wezareta Darayî dikin da ku karibin nûjeniyê di birêvebiriya darayî ya giştî de bikin.
Her wiha em alîkariya Bankaya Navendî ya Îraqê dikin ji bo başkirina pêkhatina wê, çavdêriya beşa darayî û hinek nûjeniyên din ku ji bo zêdekirina pêşbirkê di aboriya Îraqê de girîng in.”
Cîhad Ezûr derbarê alîkariya IMFyê ji bo wan herêmên ku bandora şer li ser wan heye da zanîn:
“Cîhan di guherînê de ye û herêm jî di bipêşketineke mezin de ye.
Alîkarî ji bo wan welatan bûn ku bêîstiqrar in û di nava aloziyê de ne.
Stratejiyeke me ji bo vê armancê heye.”
Berpirsê IMFyê amaje pê kir ku ew niha alîkariya darayî nadin wan welatan lê lêkolînê li ser ziyana wan dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse