Hewlêr (Rûdaw) - Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di hevdîtina xwe ya bi rêya telefonê de pêwendiyên di navbera her du welatan de nirxandin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Kremlînê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re bi rêya telefonê axiviye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Putin ji Ehmed Şer re ji bo çareserkirina erkên ku birêvebiriya nû ya Sûriyeyê pê re rû bi rû ye serkeftin xwestiye û wan bi berfirehî rewşa Sûriyeyê gotûbêj kiriye.
Hat diyarkirin ku Rûsya piştgiriya yekîtî û serweriya axa Sûriyeyê dike û hat gotin:
“Di vê çarçoveyê de girîngiya bicihanîna hin tedbîran ji bo asayîbûneke domdar a û xurtkirina diyaloga navxwe ya bi beşdariya hêzên siyasî yên sereke û beşên etnîkî û olî yên xelkê hat nirxandin.
Putin diyar kir ku Rûsya dixwaze alîkariya başkirina rewşa civakî û aborî ya Sûriyeyê bike ku alîkariyên mirovî jî di nav de ne.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevkariya di warê bazirganî, aborî û perwerdeyê de jî hatiye gotûbêjkirin û hat gotin:
“Biryar hat dayîn ku ev pêwendiyên bi sûd dê ji bo nirxandina rojeva berfireh a bipêşvebirina hevkariya dualî berdewam bikin.
Hevdîtina telefonî ya di navbera her du serkirdeyan de erênî, pisporane û bi wate bû.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse