Emîn Selam: Şer 25-30 milyar dolar ziyan gihandiye Libnanê

12-02-2025
Emîn Selam / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Emîn Selam / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan Emîn Selam Libnan Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê berê yê Libnanê Emîn Selam ragihand ku di 5 salên borî de Libnan di qonaxeke zehmet re derbas bûye û şer 25-30 milyar dolar ziyan gihandiya wan.

“Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan” li Dubaiyê tê lidarxistin.

Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê berê yê Libnanê Emîn Selam jî beşdarî lûtkeyê bû pirsên Rûdawê bersivandin.

“Piştî şer gelek bajar û gund wêran bûn”

Emîn Selam diyar kir ku aboriya welatê wan ji ber şêr têk çûye û got:

"Piştî şer gelek bajar û gund wêran bûn û gelek kes jî koçber bûn.

Îro serokekî nû yê Libnanê heye û berî çend rojan hikûmeta nû ya Libnanê hat avakirin.

Her wiha piştgiriyeke zêde ya navneteweyî ji Libnanê re heye.

Ev hikûmeta Libnanê zêdetir girîngiyê dide çaksazî û jinûveavakirinê çimkî her kes dizane piştî şer gelek bajar û gund wêran bûn û gelek kes jî koçber bûn."

“Em gelekî hêvîdar in”

Emîn Selam ji Rûdawê destnîşan kir ku rêyeke dirêj û karên giran li pêşiya welatê wî hene û pê de çû:

"Lê em gelekî hêvîdar in ku bi alîkariya serokê nû û civaka navneteweyî em dikarin vê rewşa bi pirsgirêk derbas bikin."

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, di navbera Hizbulaha Libnanê û Îsraîlê de jî şer derket.

“Em hêvîdar in artêşa Îsraîlê bi tevahî vekişe”

Wezîrê berê yê Libnanê diyar kir ku gelek welat piştgiriyê didin Libnanê û pê de çû:

“Gelek welatên ku em wan wekî hevalbend û dostên Libnanê dibînin -di nav de Îraq, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Amerîka û welatên din ên Ewropayê- bi tevahî piştgiriyê didin Libnanê da ku li ser pêyên xwe be û bibe ew Libnana berê, Libnana balkêş.

Em dê di çend mehên pêş de balê bikişînin ser biryara 1701ê ku yek ji peymanên navneteweyî yên me ye.

Her wiha em hêvîdar in ku em karibin pirsên têkildarî şer derbas bikin û artêşa Îsraîlê bi tevahî vekişe.

Wê demê dê planeke me ya mezin a aborî hebe, ajandayeke me ya mezin a aborî hebe ku gelekî girîng e."

Emîn Selam li ser xisarên ku şer gihandine wan jî ev agahî dan:

"Zerer bi qasî 20 milyar dolarî tê texmînkirin lê piştî ragihandina agirbestê, me bi awayekî meydanî nirxandin kir û ez bawer im ku mezinahiya zererê ji wê zêdetir e û di navbera 25-30 milyar dolarî de ye.

Ev yek bandoreke neyînî ya nerasterast li ser aboriyê jî dike."

Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û beşdariya Qubad Talebanî 10ê Sibata 2025an çû Îmaratê ji bo beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan di navbera 11 û 13ê vê mehê de li Dubaiyê bi beşdariya zêdetirî 30 serokdewlet û serokwezîrên hikûmetan tê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst