Mesrûr Barzanî: Ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe daxwazeke rewa ya Kurdan heye

12-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubaiyêê got, “Gelê Kurd daxwazeke rewa ji bo çarenivîsa xwe diyar bike heye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Dubaiyê beşdarî “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan” bû li wê derê gotarekê pêşkêş kir.

Gelek serkirdeyên Rojhilata Navîn û cîhanê beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetandibin.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser pirsgirêkên li herêmê û cîhanê û da zanîn ku lûtke ji bo danûstandin û peydakirina aso û rêyen nû derfeteke baş e û got:

“Ez îro wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê ji we re diaxivim ku bi dirêjahiya 20 salên borî kariye bi bermayîhên Îraqa berê re rûbirû bibe û xwe rêk bixe.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku herêm di çend salên dawiyê de rûbirûyê pirsgirêkên aramî û aboriyê bûne û bandorên wê yên gelekî dijwar bûne û got:

“Lê ez di danûstandinên xwe yên kesên li Rojhilata Navîn xwediyê biryarên e de pê hesiyam ku xwesteka ji bo rizgarbûna ji nexweşiyên me yên hevpar heye.

Bi zelalî tê dîtin ku li seranserî herêma me xwastek û îradeyek ji bo pêşkeftinê heye. Guhertin ne tenê pêdivî ne herwiha bûye neçarî jî.”

“Gel li mafê diyarkirina çarenivîsa xwe digerin”

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Çi li ser asta ferdî an jî li ser asta civakî be, çavê gelên cîhanê li wê yekê ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.

Mafê çarenivîsê motîvasyona bingehîn a xwezaya mirovan e. Pêwîstiya me bi dabînkirina jîngehekê heye ku welatî bikarin di nava aramiyê de bijîn

Bi min çar pêngav hene ji bo bidestxistina pêşkeftina ku em hemû hewl didin ku bikin: aramiya siyasî, ewlehî, pêşkeftina aborî û rûbirûbûna bandorên guherîna avhewayê ya li ser jîngehê. Ev pirsgirêkên tevlihev in lê divê her yek bi rêbezên xwe yên taybetî were çareserkirin.

Bê şik çendîn pirsên jeopolîtîk li herêma me ev demeke dirêj di selika pirsgirêkan de hatine danîn lê çima em wan paşguh dikin? Hebûna wêrekiya biryardayînê gava pirsgirêkek hebe gava yekem e ji bo çareserkirina pirsgirêkê.”

"Pirsgirêka Filistînê 80 sal in hatiye paşguhkirin"

Mesrûr Barzanî bal kişand ser  pirsgirêka 80 salî ya navbera Îsraîl û Filistînê jî û got:

“Krîza ku em li Filistînê dibînin ji bo piraniya me cihê dilgiraniyê ye. Zirerek mezin daye sivîlane. Ev dikare bibe sedema krîzeke li derveyî Xezeyê.

Eger 80 sal berê mafên bingehîn ên Filistîniyan bihatana dayîn, trajediya ku em niha dibînin dê kêmtir bibûya.

Lê di şûna wê de ew pirs hat piştguhxistin û aloztir bû. Yên ku di vê rewşê de berjewendiyên wan hene, valahiyê ji bo ajandayên xwe wekî derfetekê bikar anîn."

"Bila kes ji rêzgirtina mafên gelan netirse"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê   got, "Em dikarin pênaseyê ji bo gelê Kurd jî bikin" û wiha domand:

“Me jî daxwazeke rewa ji bo biryardana li ser mafê çarenivîsê xwe heye.

Dost û hevalbendên me vî mafî nas dikin lê di heman demê de dibêjin ku zerûretên siyasî astengan dixin di rêya arîkariyên wan de û rêyê li dadperweriya dîrokî digirin.

Ji me tê xwestin ku em vê nedadperweriyê qebûl bikin, di demekê de ku ew nedadperwerî bûye xwarinek ji bo newekheviyê, hejariyê, gendeliyê û nearamiya siyasî.

Divê ew hest bikin ku hin edalet bi xwezayî pêk tê. Divê destûr bê dayîn ku li gorî şert û mercên xwe yên taybetî nexşerêya paşeroja xwe xêz bikin.

Divê kes ji rêzgirtina mafên gel û neteweyan netirse, rêzgirtina li van mafan aramiyê xurt dike û pêşketinê misoger dike.

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo ewlehiya herêmê pêwîstî bi hewldaneke zêdetir heye û got:

“Hevkarî û hemahengiya me ya herêmî ji bo jinavbirina DAIŞê mînaka wê yekê ye ku em çawa dikarin bigihin armancên xwe û kesên jîr dikarin bi hev re kar bikin.

Bi zêdebûna aloziyan li Xeze, Îraq, Sûriye û Deryaya Sor, pêwîstî bi zêdekirina hewlên ji bo pêşxistina planeke nû ji bo parastina berjewendiyên netewî, herêmî û cîhanî heye.

Kesên ku ji bo berjewendiyên xwe li şer digerin û cîranên xwe tehdît dikin divê bên lêpirsîn. Divê ew wekî berpirs bên nasandin.

Divê civaka navdewletî li hemberî çavkaniya gefan nerm nebe, tevî ku ew li dijî berjewendiyên wan ên taybet bin jî.”

“Kurdistan ti caran ji bo kesî nebûye gef”

Bi gotina Mesrûr Barzanî, Kurd li ser astê herêmî jî ji ber helwestên xwe baceka giran didin.

Mesrû Barzanî da zanîn ku niha Rojhilata Navîn rûbirûyê qeyraneke cuda ye û pêwîst e ew hemû bi hev re kar bikin ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê û wiha pê de çû:

“Em bê neheqî bûn hedef. Divê ev êrişxwazî û şerxwazî bê rawestandin. Wekî ku min pêştir jî gotiye, li vê derê û li paytextên din jî Kurdistan ti caran li ser ti kesekî nebûye gef.

Em hêmaneke aştî û aramiyê ne, em dixwazin pêwendiyên herêmî li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevpar bin.

Em piştgiriyê dixwazin û pêwîst e ku em bi hev re bixebitin da ku metirsiyên ewlehiyê yên xeternak ji holê rakin.

Bila ev kêliyek dîrokî be ku serkirde bibêjin êdî bes e. Divê em ji pirsgirêkên xwe re çareseriyên mayînde bibînin.”

“Berxwedana Kurdan rê li ber me vekir ku em bibin parçeyek herêmê”

Mesrûr Barzanî herwiha balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de li kêleka hevpeymanan bû û bi hemû hêza xwe kar kir û got, “Li dijî DAIŞê serket û herêm ji alozî û terorê rizgar kir.

Terorîstan dixwestin bandora xwe li herêmê û Rojhilata Navîn berfireh bikin û xurt bikin lê me karî rê li ber vê yekê bigirin.

Têkoşîna 20 salên derbasbûyî û berxwedana Kurdan a bi dehan salan rê li ber me vekir ku em bibin parçeyek yekbûyî ya Rojhilata Navîn.

Me bi serkeftinên ku li Kurdistanê bi dest xistine karî aborîyeke xurt ava bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst