Fîdan û Lavrov rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan pêşhatên li Sûriyeyê, ewlehiya enerjiyê û rewşa Ukraynayê gotubêj kir.

Hakan Fidan îro bi rêya telefonê bi Sergey Lavrov re axivî.

Fîdan û Lavrov di axaftina telefonê de pêşhatên li Sûriyeyê, mijara ewlehiya enerjiyê û rewşa Ukraynayê gotubêj kir.

Her wiha heman rojê Fîdan li Riyada paytexta Erebistana Siûdî bi çendîn wezîrên karên derve û berpirsên payebilind ên welatên Ereban û welatên Rojava re civiya.

Mijara sereke ya civîna Riyadê paşeroja Sûriyeyê bû.