Hakan Fîdan: Eger HSD jidil be divê xwe fesix bike

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Erebistana Siûdî Riyad Sûriye HSD Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hakan Fîdan li Riyadê behsa paşeroja Sûriyeyê kir û got, “Eger HSD di hewldanên xwe yên tevlîbûna rêveberiya navendî de jidil be, divê fesixbûna xwe ragihîne.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di civîna bi welatên Erebî re got:

"Yekparçeyî û yekîtiya axa Sûriyeyê divê bibe xala me ya sereke.

Eger HSD di hewldanên xwe yên tevlîbûna rêveberiya navendî de jidil be, divê fesixbûna xwe ragihîne.”

Nûnerên welatên Erebî û yên Rojilata Navîn ji bo paşereoja Sûriyeyê li Riyada paytexta Erebistana Siûdî civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro ji bo tevlî civînê bibe çû Riyadê.

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Prens Feysel bin Ferhan El-Siûd Hakan Fîdan pêşwazî kir.

Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Husên Eymen Sefedî û rayedarên payebilind ên welatên Rojhilata Navîn tevlî civîna li Riyadê bûn.

“Divê em hevsengiyê biparêzin”

Li gorî agahiyên ku Ajansa ANKAyê ji rayedarên payebilind ên wezaretê wergirtine,Hakan Fîdan di civîna bi welatên Erebî re wiha gotiye:

"Hebûna birayê me yê Sûriyeyî Şeybanî li ser maseyê bi me re xaleke girîng û gaveke dîrokî ye.

Em wekî welatên herêmê berpirsyariya herî mezin hildigirin ser milê xwe ji bo ku bipêşketinên li Sûriyeyê bi rêya rast ve biçin.

Yekparçeyî, yekîtî û serweriya Sûriyeyê prensîbên bingehîn in ku em hemû hewlên xwe li ser ava dikin.

Di vê qonaxa krîtîk de, divê em wekî hêzeke hevseng tevbigerin û di navbera hêviyên civaka navneteweyî û rastiyên ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê pê re rû bi rû dimîne de hevsengiyeke baldar çêbikin.

Em dikarin mekanîzmayeke hevahengiyê yan komîteyan ava bikin da ku hewlên me bibandortir bibin.

Divê em sektorên pêşîn destnîşan bikin da ku di pêşerojê de zêdetir muafiyetên cezayan bi dest bixin.

Divê parastin û yekparçeyiya axa welêt wekî xala me ya serekî bimîne.

Eger HSD di hewldanên xwe yên tevlîbûna rêveberiya navendî de jidil be, divê fesixbûna xwe ragihîne.

Rêxistina terorê li rojhilatê Feratê gefeke cidî ye li hemberî piraniya Ereban û çavkaniyên xwezayî yên ku gelê Sûriyeyê herî pêwîstî pê heye talan dike.

Em dikarin bi hev re bixebitin da ku şiyana rêveberiya nû ya têkoşîna bi bandor a li dijî DAIŞê xurt bikin.

Em weki Tirkiyeyê amade ne ku tiştê ji me tê bikin da ku rêya zehmet a li pêşiya gelê Sûriyeyê hêsantir bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst