Li Erebistana Siûdî ji bo Sûriyeyê civînek tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Riyada paytexta Erebistina Siûdî civînek li ser Sûriyeyê tê lidarxistin.

Wezîrên karên derve û dîplomatên payebilind ên welatên Rojavayî û Rojhilata Navîn îro bi wezîrê karên Derve yê nû yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî re li Riyada paytexta Erebistana Siûdî dicivin.

Wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat, Qeter, Behreyn, Îraq, Urdin, Libnan, Tirkiye, nûnerên Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê dê beşdarî civîna li Riyadê bibin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro danê sibê berî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Hesen Şeybanî re gihîşt Riyadê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanyayê, tê pêşbînîkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy jî tevlî civînê bibe.

Civîna li Riyadê dê bi pêşengiya Ereban bê kirin û di civînê de dê balê bikişînin ser gavên civaka navneteweyî yên ji bo piştgiriya Sûriyeyê.

Her wiha di civînê de dê rakirina sizayên welatên Rojavayî yên li ser Sûriyeyê jî bê gotûbêjkirin.

Almanya, Îtalya û Fransa di rojên dawî de ji bo sivikkirina cezayên Yekîtiya Ewropayê yên li ser Sûriyeyê guvaşê dikin.

Amerîkayê jî roja duşemê cezayên li ser Sûriyeyê hinekî sist kiribûn da ku alîkariya mirovî bi hêsanî bigihîje Sûriyeyê.

Civîna yekemîn e ku hem birêvebirên nû yên Sûriyeyê û hem jî rayedarên payebilind ên Rojavayî tê de cih digirin û dê ji aliyê Erebistana Siûdî ve were birêvebirin.