Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Beydayê yê Yemenê di encama teqîna benzînxaneyekê de 10 kes mirin.
Hat ragihandin ku dema teqînê li benzînxaneyê kiryar hebûne.
Li parêzgeha Beydayê ya li naverasta Yemenê doh di encama teqîna benzînxaneyekê de 10 kes mirin û zêdetirî 65 kesan jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya rojnameya Yemen Onlineyê, agirê teqîna li benzînxaneyê gihîşt 2 stasyonên gazê yên li kêleka hev û embarên bazirganiyê yên li derdorê.
Hat ragihandin ku di dema teqînê de kiryar li benzînxaneyê hebûne û hinek kesan bi zorê xwe rizgar kiriye.
Rayedaran heta niha sedema teqînê diyar nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse