Li Xezeyê 4 leşkerên Îsraîlê canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bakurê Xezeyê di şer û pevçûnan de 4 leşkerên Îsraîlê mirin û 6 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, ji 4 leşkerên ku mirine 3 ji wan ên Lîwaya Nahalê ne.
Navên leşkerên ku mirine wiha ne: Yahav Maayan, Alexander Fedorenko, Danila Diakov ve Eliav Astuker.
Her wiha Artêşa Îsraîlê ragihand ku di pevçûnan 2 ji wan giran 6 leşker jî birîndar bûne.
Ji 27ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ango ji destpêka operasyona bejahî ve hejmara leşkerên Îsraîlê yên mirine gihîşte 400î.
Li gorî daneyên Artêşa Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişa Hemasê ve 835 leşkerên Îsraîlê mirine.