Neteweyên Yekbûyî banga kêmkirina aloziya li Deryaya Sor dike

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Deryaya Sor Amerîka Hûsî Brîtanya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bangî Hûsiyan û welatên ku li Deryaya Sor keştiyên xwe diparêzin kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji hemû aliyan daxwaz kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin.

Ofîsa Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres têkildarî geşedanên li Deryaya Sor daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Guterres li ser êrişa Amerîka û Brîtanyayê, biryara 2722 ya ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Deryaya Sor bi bîr xist û got ku pêwîst e ji biryarê re rêz were girtin.

Daxuyaniya Ofîsa Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî wiha ye:

“Sekreterê giştî diyar dike ku êrişên li ser keştiyên navneteweyî yên li Deryaya Sor nayên qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de, biryara 2722yan a BMGKyê hat bibîrxistin û Hûsiyên ku êrişî keştiyan dikin hatin hişyarkirin.

Ofîsa Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got:

“Sekreterê Giştî bangî welatên ku keştiyên xwe ji êrişan diparêzin jî dike ku li gorî yasayên navneteweyî tevbigerin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Guterres ji hemû aliyan daxwaz dike ji gavên ku rewşê xirabtir dikin dûr bikevin.

Rewşa li Deryaya Sor

Roja 9ê mehê Hûsiyan êrişeke mezin li Deryaya Sor li dijî çend keştiyên bazirganiyê kirin ku 24 dron û mûşek balistîkî hatin bikaranîn.

Ev êrîş ji aliyê hêzên deryayî yên Amerîka û Brîtanyayê ve hat têkşikandin.

Piştî êrişa Hûsiyan, Amerîka û Brîtanyayê bi beşdariya welatên Bahreyn, Kanada, Holanda û Awistralyayê bi balafirên şer li Yemenê baregehên Hûsiyan bombebaran kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst