Amerîka û Brîtanyayê êrişî Hûsiyan kir: Rûsyayê daxwaza civînê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Brîtanyayê ji esman û deryayê li Yemenê êrişî Hûsiyan kir.

Amerîka û Brîtanyayê di êrişên xwe de bersiveke tund da êrişên Hûsiyan ên li ser keştiyên bazirganiyê û  li Yemenê çend cih kirin armanc.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de got:

“Hêzên me bi hevahengiya ligel Brîtanyayê û piştevaniya Awistralya, Kanada, Holanda û Bahreynê êrişeke hevbeş li çend pêgehên Hûsiyan kirin.

Armanca êrişê kêmkirina şiyanên Hûsiyan bû di êrişên wan ên neyasayî û tirsanek de ku li ser keştiyên bazirganiyê yên Amerîkî û navdewletî li Deryaya Sor kirin.”

Bi gotina CENTCOMê bi zêdetirî 100 mûşekan, 60 armanc li 16 pêgehên Hûsiyan li 4 bajarên Yemenê hatine bombebarankirin.

Berî êrişan medyayên Amerîka û Brîtanyayê behsa êrişkirina li ser Hûsiyan kirin û li ser vê yekê Rêberê Hûsiyan EbdulMelik Hûsî hişyarî da.

Rêberê Hûsiyan EbdulMelik Hûsî anî ziman:

“Bi Saya Xwedê, em dudil nabin di tevgera herî zêde ya şiyanên xwe de ku rûbirûyî dijminkariya Amerîkayê bibin.

Her dijminkariyeke Amerîkayê bê bersiv namîne û bersiv jî zêde mezin dibe ji ya ku me li Deryaya Sor da.”

Roja 9ê mehê Hûsiyan êrişeke mezin li Deryaya Sor li dijî çend keştiyên bazirganiyê kirin ku 24 dron û mûşek balistîkî hatin bikaranîn.

Ev êrîş ji aliyê hêzên deryayî yên Amerîka û Brîtanyayê ve hat têkşikandin.

Êrişa li ser Hûsiyan bi beşdariya welatên Bahreyn, Kanada, Holanda û Awistralyayê hat kirin.

Wezîrê Parastinê yê Awistralyayê Richard Marles got:

“Amerîka û Brîtanyayê çend êrişên mûşekî li ser çend binkeyên serbazî yên Hûsiyan kirin.

Ev êriş bi piştevaniya Awistralya, Bahreyn, Kanada û Holandayê bûn.”

Van êrişan Rûsya dilgiran kir ku ew metirsiya heye ev yek ji aliyê Amerîkayê bibe destpêka hejmareke êrişên din ên yekalî.

Lewma Moskowê daxwaza civîneke bilez a neasayî ji Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî kir.