Husî: 'Brîtanya û Amerîkayê ehmeqî kir, em dê êrişên xwe bidomînin'

12-01-2024
Nîşan Husî Brîtanya Amerîka Yemen Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Husiyan ragihand, ew dê êrişên xwe yên ku keştiyên Îsraîlê dikin hedef bidomînin.

Brîtanya û Amerîkayê şeva borî li Sanaya paytexta Yemenê û bajarê Hudeydeyê êrişî Husiyan kir.

“Brîtanya û Amerîkayê ehmeqî kir”

Berdevkê Husiyên Yêmenê Mihemed Evdilselam bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand:

"Komara Yêmenê bi êrişeke bêbext a Amerîka û Brîtanyayê re rû bi rû ma.

Wan ev êriş ji bo parastina Îsraîlê û ji bo rê li ber piştigiriya Xezeyê bigirin encam da. Wan bi vê êrişa bêbext ehmeqî kir.”

“Dê nikaribin rê li ber êrişên me bigirin”

Mihemed Evdilselam di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku “Êrişên Brîtanya û Amerîkayê dê nikaribin rê li ber êrişên wan bigirin ku keştiyên Îsraîlê dikin hedef.”

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî yên Yêmenê, balafirên şer ên Brîtanya û Amerîkayê li bajarên Sana, Hudeyde û Taîzê êrişên asmanî pêk anîne.

Biden û Sunak daxuyanî dan

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak dabû zanîn ku êrişa li Yemenê bi armanca lawazkirina Husiyan û parastina trafîka keştiyan hatiye kirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku ev êriş bi fermana wî hatiye kirin û ji êrişên Husiyan ên li Deryaya Sor re bersivek e.

Serokê Husiyan: Bê bersiv namînin

Serokê Husiyên Yemenê Evdilmelîk Husî jî piştî van êrişan ji televîzyona "Al Masirah"ê ya Husiyan re axivî û gef li Amerîkayê xwar ku ev êriş bê bersiv namînin.

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan li Deryaya Sor êrişî keştiyên bazirganiyê dikin.

Piştî van êrişên Husiyan bazirganiya bi vê rêye kêm bû û rêjeya bazirganiya bi rêya Deryaya Sor meha borî ji sedî 20 daket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst