Hêzên Hefter li Lîbyayê balafireke bê pîlot a Tirkiyê xistin û çekdarekî Sûrî dîl girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Niştimaniya Lîbyayê ya bi serokatiya Xelîfe Hefter ragihand, hêzên wan balafireke bê pîlot a Tirkiyê xistine xwarê. Li aliyekî din çekdarekî Sûrî yê ser bi grûpa Emşat ve li Lîbyayê bi êxsîrî kete destê hêzên General Hefter.

Navê wî çekdarî Enes Fetut e û di îtîrafên xwe de dibêje, ew 100 çekdar bûn ku ji Efrînê bi otubusan ji bo Dîlokê li Bakurê Kurdistanê hatine şandin û ji wir ve jî bi balafireke leşkerî ew gihiştin balafirxaneya Stenbolê û piştre bi balafireke Lîbyayê çûne wî welatî.

Êxsîrê girtî herwiha eşkere dike, ku her kesek biçe Lîbyayê dê her meh 2 hezar dolarên amerîkî bistîne û dê bibe hemwelatiyê Tirkiyê.

Hêzên Hafter firokeyeke bê pîlot a Tirkiyê xistine xwarê

Li aliyekê din, Artêşa Niştimaniya Lîbyayê ku General Xelîfe Hefter serokatiya wê dike, ragihand hêzên wan firokeyeke bê pîlot a Tirkiyê xistine xwarê.

Tabora 128an a bejahî ya ser bi Artêşa Niştîmaniya Lîbyayê da xuyakirin, ku ew firokeya bê pîlot a Tirkiyê ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye xistin.

Wê hêzê diyar kiriye, ku hejmarek rêkêt li ser wê firokeya bê bîlot a Tirkiyê bûn û hewl dida ku li dijî wan êrîşan pêk bîne û agirbestê binpê bike, lewma yekîneyeke wan ew firoke xiste xwarê.

Li Lîbyayê 2 hikûmet hene

Li Lîbyayê 2 hikûmet hene, yek li Terablusê ye, ku Netewên Yekgirtî û piraniya civaka navdewletî wê hikûmetê wek hikûmeta yasayî û rewa ya Lîbyayê nas dikin û Îxwan Muslimîn, Qeter û Tirliye piştgiriya wê dikin, ya din jî li bajarê Benxazî ye ku General Xelîfe Hefter serokatiya wê dike û welatên wek Misir, Îmarat, Rûsya û Frensa piştgiriya wê dikin.

Ji %80 axa Lîbyayê di bin kontrola Hikûmeta li Benxazî ya bi serokatiya Xelîfe Hefter de ye.