Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Fermandar Michael Erik Kurilla çû Sûriye û Îraqê û li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê di daxuyaniyekê deragihand ku Fermandar Michael Erik Kurilla doh fermandarên leşkerî yên Amerîkayê û HSDyê ziyaret kiriye.
“Zanyariyên herî nû derbarê tedbîrên ewlehiyê wergirtine”
CENTCOMê derbarê serdana Kurilla ya Sûriyeyê got:
“Wî (Kurilla) zanyariyên herî nû derbarê tedbîrên ewlehiyê wergirtine û her wiha agahî derbarê wan hewlan jî wergirtine ku rê li ber rêxistina DAIŞê digirin da ku sûdê ji rewşa niha wernegire.”
Serdana Kurilla ya bi HSDyê re di heman demê de ye ku ev sê roj in komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê li Minbic, Kobanî û derdorê we dest bi êrişan kiriye.
Her wiha roja sêşemê komên çekdar kontrolkirina Minbicê ragihand û li parêzgeha Dêrezorê û Kobaniyê jî çekdarên wan grûpan êrişî HSDyê kir.
Serdana Îraqê
Fermandarê CENTCOMê Îraq jî ziyaret kir û li gel serokwezîrê wî welatî Mihemed Şiya Sûdanî civiya.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, Kurilla û Sûdanî behsa bihêzkirina hevahengiyê, ewlehiya herêmê, rewşa Sûriyeyê û operasyonên şikandina DAIŞê kirin.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hat gotin:
“Em pabendê têkşikandina daîmî ya DAIŞê û ewlehiya hevbeşên xwe yên cîranê Sûriyeyê ne, di nav de Îraq, Urdin, Lubnan û Îsraîl.”
Ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî jî derbarê civînê daxuyaniyek da û got:
“Serokwezîr pabendbûna Îraqê ji bo hevahengiya li gel Koalîsyonê ya ji bo rûbirûbûna grûpên terorîst û piştrastbûna ji asayîş û aramiya navçeyê anî ziman.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse