Krîza aborî ya Yemenê birçîtî zêde kiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Krîza aborî ya Yemenê birçîtî zêde kiriye û derdora 16 milyon welatiyên Yemenê li qeraxa bedxorakiyê ne.

Samî Elî niştecihê Teiza Yemenê ye, rojane zêdeyî 10 demjimêran bi matorê xwe kar dike daku bikaribe nan û mastekî bo xwe û zarokên xwe peyda bike.

Welatiyê Yemenê Samî Elî dibêje: “Xwarina rojane ya kesekî hejar mast bû, niha mast gelekî giran bûye, herwiha bacan jî bihayê yek kîloyê di navbera 20 Riyal heta 100 Riyal de bû, lê niha bûye 2 hezar Riyal, wate heqdestê yek roja tam a karkirina min niha yek kilo bacan dike.”

Enflasyonê li navçeyên jêr kontrola hikûmeta ku Neteweyên Yekbûyî îtiraf pê kiriye, Riyalê Yemenê li vê parêzgeha Teizê heta astekî zêde bê biha kiriye û bihayê yek dolarê Amerîkî beramberî nêzîka hezar û 700 Riyal e, di demekê de li navçeyên bin kontrola Husiyan 600 li beramber yek dolarî ye.

Samî Elî herwiha dibêje: “Mast berî 7 salan an berî şer bi nêzîkî 120 Riyal dihat kirîn, niha mastekî biçûk wê vêna bi 400 Riyal e, em di rewşeke gelekî xirab a aborî de ne, wate eger 2 hezar Riyal di berîka te de bin ancex têra kirîna xwarina taştêyekê dike.”

Di vê rewşê de jî şerê Husî û hevpeymanên wê yên herêmî ligel Yemeniyên başûr ku hêzên navçeyî piştgiriya wan dikin berdewam e. Ji 29 milyon Yemenî, 16 milyonên wan li qeraxa bedxorakiyê ne û 5 milyon ji wan her ji niha ve rûbirûyê bedxorakiyê bûne. Xwepêşandana beşa zêde ya Yemeniyan dijî gendelî û bazirganên şer, berdewam e.