Hewlêr (Rdûaw) - Meclisa Tirkmenan, li bajarên bakurê Sûriyeyê yên di bin kontrola Tirkiyeyê de nasnameyeke taybet dide xelkê.
Li herêmên bakurê Sûriyeyê li ser piraniya saziyan, alaya Tirkiyeyê tê daleqandin û hêdî hêdî di aliyê çandî û îdarî de jî serdestiya Tirkiyetê tê dîtin.
Li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê, niştecihên ku berê bi hatina Tirkiyeyê sergerm bûbûn, niha ketine tirsa jidestdana nasnameya xwe û helandina di nava nasnameya Tirk de.
Herî dawî Meclisa Tirkmenî a girêdayî Tirkiyeyê, nasnameyên taybet dane xelkê Sûriyeyê yên ku li wan herêmên di bin destê mixalafeta Sûriyeyê de.
Xelk ji guherîna demografyayê ditirse
Xelkê herêmê, çi Kurd çi jî Ereb tirsa wan ji projeyeke plankirî ya guherîna demografîk û nasnameya herêmên bakurê Sûriyeyê heye.
Li gorî amarên ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê sala 2009an belav kirine, nifûsa Tirkmenan tevî Çerkezan li Sûriyeyê 200 hezar kes bû, wate ji sedî 1ê niştecihên Sûriyeyê bû.
Ji ber ku wê salê nifûsa niştecihên Sûriyeyê 21 milyon bû.
Berpirsên Tirkmen tên zêdekirin
Tevî hejmara kêm a Tirkmenan a li Sûriyeyê jî 4 endamên Tirkmen li nav Îtîlafa Sûriyeyê hene.
Ebdulrehman Mistefa, Serokê Hikûmeta Demkî ye û ew endamê Meclisa Tirkmenî ye.
Ebdulmecîd Berekat, Alîkarê Serokê Îtîlafê ye û ew endamê Meclisa Tirkmenî ye.
Pêşbirk di nav van saziyan de heye
Nivîskar û rojnameger Eqîl Hisên ji Rûdawê re li ser dabeşkirina nasnameya Tirkmenan a li bakurê Sûriyeyê wiha got:
“Bê guman hinek kiryar li navçeyên li jêr destê Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê hatine kirin ku ne normal, ne mentiqî û ne cihê qebûlkirî ne.
Lê ev mijara ku em îro behs dikin, xuya ye ku ji wî aliyê piştevanê jê re tê kirin.
Armanca belavkirina van nasnameyan komkirina xelkê li nav van saziyan an êlên li navçeyê ye.
Li herêmên li jêr destê Tirkiyeyê di nav encûmenên êlan de pêşbirkek heye.
Pêşbirk di nav van saziyan de heye, heta dijminahî heye.
Lewma ji bo min diyar e ku ev alî bi xelkê dikenin da ku wan nêzîkî xwe bikin û bi wan serê xwe li hemberî encûmen û saziyên êlan bilind bikin."
Li bakurê Sûriyeyê û herêmên Kurdan ên dagîrkirî herî bêhtir rastî Tirkkirinê tê hatin.
Di yekem roja ku tankên Tirkiyeyê çûne nav bajarê Efrînê, alaya wî welatî li ser seraya bajêr hat bilindkirin.
Nêzîkî 300 hezar Kurdên niştecihên resen hatin derkirin û heta niha nêzîkî milyonek Ereb û Tirkmenên hawirde li wê herêma Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin.
Divê were gotin ku şêniyên wê herêmê beriya dagirkirina Tirkiyeyê bi temamî Kurd bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse