Îraq: Em çalakiyên ku zererê bidin ewlehiya Îranê qebûl nakin

11-11-2024
Nîşan Îran Îraq Ewlehî Qasim Erecî Ebas Eraqçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî got, “Dê hemû hewlên li hemberî ewlehiya Îranê rastî midaxeleya Îraq û Herêma Kurdistanê werin.”

Şêwrimendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî li Tehranê ye.

Li gorî ISNAyê, Qasim Erecî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re hevdîtinek kiriye.

“Îraq ewlehiya Îranê wekî ewlehiya xwe dibîne”

Qasim Erecî di hevdîtinê de amaje bi ewlehiya Îranê daye û gotiye:

“Îraq ewlehiya Îranê wekî ewlehiya xwe dibîne.

Dê hemû hewlên li hemberî ewlehiya Îranê rastî midaxeleya hikûmeta navendî ya Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê werin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî diyar kir ku pêwendiyên Îraq û Îranê “stratejîk û mumtaz” in.

Her du aliyan şerê li Xeze û Libnanê jî nirxand, wan diyar kir ku divê êrişên Îsraîlê rawestin û dewletên Îslamî ji bo ku alîkariyên mirovî zêde bibin zêdetir hewl bidin.

Li hêla din, Qasim Erecî bi Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiyê ya Neteweyî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan re jî hevdîtinek kir.

Divê were gotin ku Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî di nava şandeya Îraqê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî / Arşîv

Li Pakistanê 16 leşker hatin kuştin

Artêşa Rizgariya Belûçistanê (BLA) li Belûçistanê çalakiyên leşkerî li dar dixe û dixwaze ku Belûçistan ji Pakistanê veqete