Ji Yemenê mûşek berdan Îsraîlê

Hewlêr (Rûdaw) – Ji Yemenê bi mûşekan êrişî Îsraîlê hat kirin.

Televîzyona dewletê ya Îsraîlê (KAN) da zanîn ku mûşek li hewayê hatine teqandin.

Li gorî KANê, hinek parçeyên mûşekan ketine herêma Beyt Şemsê ya li rojavayê Qudisê û li herêmê şewat derketiye.

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, wan mûşeka ku ji Yemenê hatiye berdan li hewayê îmha kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, ev mûşek beriya ku bigihe qada asmanî ya Îsraîlê hatiye teqandin.

Nehatiye gotin bê ma kê êriş kiriye lê divê were gotin ku Husiyên Yemenê piştî şerê Hemas û Îsraîlê carinan êrişî Îsraîlê dikin.