XEZE - Nexweşxaneya Şîfayê jî di nav de 6 nexweşxane bûn armanc

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Nexweşxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê di rojekê de li Xezeyê 6 nexweşxane kirin armanc, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve ji 35 nexweşxaneyan 18 ji kar ketin.

Di 24 demjimêrên dawî de li Xezeyê li dijî Nexweşxaneya Şîfayê, Nexweşxaneya Endonezyayê, Nexweşxaneya Nesrê ya Zarokan, Nexweşxaneya Rantîsiyê ya Zarokan, Nexweşxaneya El-Ewdayê ya Zarokan a û Nexweşxaneya Qudsê yan jî derdora wan êrişên tund hatin kirin.

Di êrişên dijwar ên hêzên Îsraîlê yên li derdora Nexweşxaneya Şîfayê ya ku navenda herî mezin a tenduristiyê ya li Xezeyê ya xelkê xwe lê girtiye ye, 6 kesan canê xwe ji dest da.

Di encama bombebarana avahiya polîklînîkeke Nexweşxaneya Şîfayê de jin û zarok jî di nav de gelek kesan canê xwe ji dest da.

Artêşa Îsraîlê ya ku êrişên xwe yên li Xezeyê berdewam dike, li derdora nexweşxaneyên El-Ewde û Endonezyayê jî xist.

Balafirên şer ên Îsraîlê Nexweşxaneya Rantîsiyê ya Zarokan kir armanc.

Nexweşxaneya Nesrê ya Zarokan ji kar ket û zarokekî ji ber nebûna oksîjenê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst